Parastin û pêşxistina xwendinê wêjeyî û zainstên civakî: Avakirina kolektîfeke navnetewî bi armanca xistina van herdu beşan nava kelepor û mîrateya cîhanî: Dîroka destpêkî ya lidarxistina hevdîtinê 26-6

Akademîsyen û dezgehên zanistî yên beşdar dibin û îmzeya xwe avêtina li ser belgeyê:

  • Igor Babou: ji laboratwara Ladyss Paris Diderot
  • Bruno Brulon Soares: zanîngeha federal a Rio de Janerio
  • Hester Du Plessis: fakulteya zanistên mirovî, zanîngeha Pretoria: Afrîqa Başûr
  • Joelle Le Marec: zanîngeha Sorbonne
  • Caparnin Marimoutou: zanîngeha Réunion
  • Camille Nous: Cogitamus: navendeke lêkolînerî ye ku xwedî toreyeke berferh e.
  • Zanîngeha Rojava.

 

Wêje û zanistên mirovî û civakî xwedî asoyên rexnewarî û azadkirinê ne, diyardeyeke çandî mezin bi xwe re diafirînin. Ev mîras jî di bin xeteriyeke mezin de ye. Bi armanca parastina van kevneşopiyan, em dixwazin vê intisyatîfê dest pê bikin  . Hizrandina me ser vê babatê ji prtatîk û çawaniya karkirina WZCM ku ne tenê ji bona hilberîna şîroveyan an xîtaban, an gotaran tê pêşxistin lê belê, ji bona sûdwergirtina ji tecrûbeyên sazûmanî, zanistî, û çandî ne. Pirs ew e ku ji ber çi afrîneriya zanistî wê bi hin rêbazan, an çarçove, yan jî hinek konsêptan xwe sînordar bikin.

Em dixwazin karê insiyatîva xwe li ser sê qonaxan analîz bikin: destpêkê metirsî û gefên li ser van herdu beşan, rê û rêbazên xistina wan di nava lîsteya parastina UNESCO’yê de, vegerdariya sazkirî “refleksîvîteya sazkirî” bi rêya û ji bo wan warên zanistê. WZCM xwedî dîrokeke dirêj in. Avaniya sazîbûna wan di sedsala XIX’ an de, divê em ji bîr nekin ku xwendinên destpêkî yên rêziman, rewanbêjî, diyalêktîk û mafnasiyê de, hemû di heman demê de di XI dest pê kirin li Bologne, Paris û Oxfordê. Perwerdehiya xwendina bilind di serdemên navîn de jî “Hunerên azad” bi xwe jî mîraseke ji serdema kevnar a gerek-roman.

Ev warên zanitê bûne weke kevneşopiyeke çandî ji bona her civakekê û bi rengê xwe yên heyî, bîr û baweriyên civakan, dezgehan, kesayetan didin rave kirin. Lê belê, ev war rûbûyî gelek astengî û paşguhkirinan tên û rastî gefên sê diyardeyanên cuda tên: êrîşên dij rewşenbîrwarî, ji aliyê rêjîmên dîktator, stemkar,  guhertinên sazûmanî girêdayî perspektîvên sûdeperestî û “birêvebirina” hilberîna zanebûnan û tiştên bi destê mirovan hatine çêkirin ango ne xwezayî ne ji bona di xizmeta  bazara nûjenkirinê.

Êrîşên li dij rewşenbîran û ronakbîriyê:

Di sala 2015’an de, wezîrê perwerdehiya japonî nameyek ji serokên 86 zanîngehan re rêkir tê de daxwaza girtin an kêmkirina beşên zanistên mirovî î civakî kir bi armanca “rêlibervekirina jin disiplînên ku bikarribin pêdiviyên civakê pêk bînin. 26 fakulteyên zanistên mirovî û civakî hatin girtin. Ji sala 1960 de li Japoniya “xwendekarên beşên endezyarî, zindîwariyê perwerdeya xwe berdewam didkirin lê belê yên beşên zainstên mirovî ji bona erka leşkeriyê dihatin şandin.

Di sala 2016’an de, piştî êrîşên 13 mijdarê li Fransayê, serokwezîr Emmanuel Valls wiha daxuyanî da:”êdî bes e ji kesên ku dixwazin buhane yan şîroveyên çandî û civakî ji bûyerên ku hatine jiyan kirin re bibînin”.

Gelek siyasetmedar piştgiriyê nadin ew rewşenbîr û lêkolînerên ku nakevin xizmeta aboriya bazarê û armancên sûdeperest.

Çewsandin û gefên rejîmên stemkar û dîktator:

Li gelek welatn hemû dezgehên girêdayî zanistên civakî ne û li gel pisporên wan beşan di bin gefan de ne, mînak li şîlî, Barazîl, çînê û Turkiyê. Gelek lêkolîner dema ku lêgerînên wan ne li gorî hesabên desthilatdaran bin, ew tên revandin, kuştin, mînakên wê gelek in, xwendekarekî doktora bi navê Giulio Regeni ji zanîngeha Cambridge, derbarê sendîkalîzmê de rapirsînek çêdikir, li Misirê hate kuştin.

Gelek rêjîmên stemkar rê li pêşiya  hilberîn, û belavkirina zanînên rexenwarî û asoyên rizgarwarî digirin. Li welatên bi vî rengî dezgehên akademîk û ronakbîran di bin gef û metirsiyan de ne. Divê zanîngeh bi berpisyartî û erkên xwe baş rabe, azad û demokratîk be.

Jacques Derrida pêşniyar dike ku Zanîngeh weke rêgez vê azadiyê tekez bikin, rewakirin û mafê vegotina rastiyê raya gîştî ji encamên lêkolînan misoger bike. Zehmet e ku Zanîngeheke idêyal hebe, lê belê li gorî Derrida divê ew cihê berxwedaniyeke rexnegerî be li beramberî hemû desthilatan.

Guhertinên di warê binesaziyan de xwedî meylên lîbêral û kêrperestî:

Gelek xebatên derbarê siyasetên lêkolînê û pergala hilberîna zanînan ji dema piştî şer û ji salên 1980-2000.

Gotûbêjên siyasetên lêkolînan li Ewropa her tim berê xwe dabûn hevrikî û Geşkirinê. Warên enerjî û nûklerî bûn warên sereke ya pêşxistina hevkariya lêkolînan li YE û bêtir berê xwe bi giranî dan warê pîşesazî, aramancên çandî jî hatin paşguh kirin. Ji 30 salan û vir de WZCM tên bikar anîn di bernameyên jê re dibêjin “interîsîplînêr” û ji asoyên xwe yên rexnegirî û azadkirinê dûr ketine. Di encamê de, qadên velkolînên civaknasiyê û xwe gihandina dezgehên ku berê ji bona hevkariyên li gel lêkolîneran  hatin girtin û di xeyala birêvebirên lêkolînan de “Civak” veguherî amûreke hilberînê ku tenê ji rêvebrirên şîrketên taybet pêk tê û bi vî rengî baweriya bi girseya gelêrî re lewaz û qels bû.

Beşeke pir mezin ji WZCM di hilberîna girseyî ya nezanî û maskan de beşdar in. Zanistên akademîk dikarin bi awayekî çalak beşdarî çêkirin û pêşxistina nezaniyê bibin, nemaze dema dikevin xizmeta hêzên aborî.

Ji aliyekî din ve WZCM, ku niha di asta duyemîn de ne li gorî zanistên din, ango wisa lê hatine ku rola xwe ya sereke winda kirine, qels bûne, lê di heman demê de, pêkan e ku ev lewazkirin  wan veguherînin qadeke epîstêmolojîk û çandî yên vekirî. Wê demê pêkan e ku qadên bêdeng û veşartî ji nûve werin pêşxistin. Weke mînak:

-Zanînên xwecihî ku îro di Hevpeymana derbarê cihêrengiya xwezayî “biodiversty” a sala 1992 tê naskirin û bi taybet madeya 8.

-Zanînên fêmînîst û êko-fêmînîst.

-Zanînên ku ji encama lêkolînên pişt-kolonyal de derketine “dadmendî, têghîştin…” û tekoşînên ekolojîst û civakî, yên rê li ber asoyên manawî û naskirina etîkî û naskirina ziyanên ku di encama dagirkeriyê de û herwiha sazkirina newekhev a civakên sermiyandar de derketine holê,  di navbera navend û derdor.

WZMC “Anthropocène” û “Kapîtalocène”

Niha em dizanin ku di çaroveya hilweşîna jîngehê de, xwespartina zanistan û girêdana wan bi kapîtalîzma pîşesazî re, hişte ku ew berve binkeftin û lewazbûna zanistî ve biçin. Di vê çarçoveyê de û bi gurbûna dewletan û siyasetên stemkar re, em dibînin ku di nava dezgehên herî akademîk de “Meclisa Ewropa, lêkolînerên di warê mafnasiyê de”,.. weke pêdiviyeke lezgîn bi lixwevegerekê yan xwerexnekirinê xwe ferz dike, ev yek jî li dijî hizra birêvebirina aborî derketiye holê.

Xistina WZMC nava lîsteya parastina mîrasa cîhanî?

Pirsgirêk

Heger em van gefan bi rengekî cidî bigrin dest, heger em di wê baweriyê de ne ku ew mîraseke gîştî û gerdûnî ne ji bona mirovahiyê, wê demê divê em bersiveke guncav peyda bikin, ji bona parastin, bihêzkirin û veguhestina vê mîrasê. Heger em di wê zanebûnê de bin ku piraniya gefan ji dewletan bi xwe peyda dibin, li benda înîsyatîfên hişk û teng ên neteweyî mayîn bi xwe re çareseriyê nîn.

Pêşniyar

Em li vir pêşniyar dikin ku çarçoveyên navnetewî werin avakirin, weke peymanên ku di bin banê Unesco de hatine îmze kirin de, ev peyman bi xwe wan bi sedan dewletên ku îmze kirine neçar dikin wan milk û mîrasa çandî û xwezayî biparêzin û xwedî li wan derkevin.

Astengî û nerîn

Di vê derbarê de, ji bona zelalkirina hinek xalan, hinek nerîn û têbînî, hene em dixwazin parve bikin.

-Xistina lîsteya mîrasa navnetewî nayê wateya ku tiştek were cemdandin an di rewşeke bêguherîn de were hiştin. Bi taybet ev yek ji bona çandên zindî metirsîdar e.

-Unesco bi xwe navenda kelepora cîhanî ye, weke sekreterê cihbicihkar a netewên ku îmzeya xwe avêtina ser peymanên navnetewî. Tenê dewletên ku îmze kirine dikarin pêşniyaran bikin, hinek caran jî Unesco dikare hin mijarên taybet pêşniyar bike, di warê perwerdeyê, zanînan, aşîtî, azadkirinê de. Nirxên wê yên mirovî yên bingehîn li dijberî pratîkên hin dewletan û rêjîmên stemkar, Unesco wan dewletan vedixwîne ji bona rêzê ji wan nirxan re bikin.

-Tomarkirina Malekî yan keleporekî li ser lîsteyê tenê bi yek şert û mercan çêdibe “xwedî nirxeke gerdûnî ya taybet be”, ev yek jî dibe ku bi awayekî zanistî were îspat kirin.Komxebat roja 26 Hezîranê ye seat 3 bi dema Parîsê tê li dar xistin- her beşdarek 20 deqe û piştre nîqaşkirin.

Mijar: Zanistên civakî weke keleporeke çandî di bin gef û metirsiyan de “Prêkatrîtê”

Pêşkêşkirin:

1-Em kîne, rewşa heyî ya dezgeh û saziya me.

2-Pêşkêşkirina kar û xebat, lêkolîn, û tecrûbeyên me di warê zanistên civakî, yan mijara zanîngeh weke komînên çandî û şêwazên siyasî yên dernetewî ne, lê gelek caran di bin metirsiyan de ne.

Pêkan e nîqaş derbarê agahdarkirin, bangawazî, tecrûbeyan, perspectîv,”dîroka dagirkeriyê, warê fêmînîzmê, derdisiplînên cuda” hevgirtinên ronakbîrî û zanistî….

Sê xalên sereke di ber çavan re werin derbas kirin

Navendîbûn û qeraxên derdorê.

Lewazbûna zanistên civakî.

Zanist û zanebûn di dema stresê de “tundî, tirs, hovîtî, lewazbûnê…


Vous aimerez aussi...

Rechercher dans OpenEdition Search

Vous allez être redirigé vers OpenEdition Search